Hikûmeta Tirkîyê cara sisêyan qayum danî ser sê bajarvanîyên DEM Partî. Yek ji wan Mêrdîn e ku bajarvan Ahmet Turk jî cara sêyan ji karê xwe tê dûrxistin. Îro Sêşemê DEM Partî civîna gruba xwe ya li parlamenê, li pêş şaredarîya Mêrdînê li dar xist û gel jî nerazîbûna xwe li dijî qayuman bilind kir
Roja Şemiyê li bajarê Amedê, Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DİTAM)ê Li ser Pirsgirêka Kurd kombûnek lidarxist û bi sê rûniştinên cuda bersiva pirsên çareserî û astengiyên li hember pirsa Kurd li Tirkiyê gotûbêj kirin.
Helbestvanê navdar Arjen Arî 12 sal berê jiber nexweşîna pençeşêrê koça dawî kir. Di salvegera mirina wî de malbat û heval û hezkirîyên wî bi danîna qurnefîlan ser gora wî ew bi bîr anî. Arî yek ji endamên nifşa Kovara Tîrêj e û ku ew navbera helbesta klasîk ya Kurdî û ya modern wek pirekê tê dîtin
Pişti şeş salan navbera malbata Şenyaşar û Yildiz aştî çêbû û roja Yekşemê li Ruhayê her du malbat li hev anîn û şîva aştîyê dan. Lê, Emîne Şenyaşar ku bi çalakîya Edaletê deng da, beşdarî bernama lihevhatinê nebû.
Li bajarê Amedê Hunermend Bestamî Eyî, kelûpelên avêtî berhev dike û berhemên hunerî yên ciwan diafirîne. Wî di van demên dawî bi wan kelûpelan pêşengehek li dar xist. Ew dixwaze bandora xerab ya mirovan a li ser jîngehê nîşan bide.
Piştî çalakîya rûniştinê ya edaletê ya Emîne Şenyaşar, kurê wê Fadil di 18'ê mehê de azad bû. Hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar ji alîyê birayê parlamanterê AKP'ê li Sirûcê hatibûn kuştin. Malbata Şenyaşar şîna xwe piştî şeş salan, bi azadbûna Fadil li dar xist.
Serokê CHP, li Amedê serdan Hevşaredarên Bajarê Mezin yên Amedê kir. Serra Bucak tabloyek Mem û Zînê û Dıgan Hatûn pirtûka çîrokan a Kurdî dîyarîyê Ozgur Ozel kirin. Jiber êrîşa terorî ya li Enqerê Ozgur Ozel bernama şeş bajarên Kurdan betal kir û vegerîya Enqerê.
Di rojên ku Serokê MHP Devlet Bahçelî behsa çekdanîna PKK dike û nîqaşên nû li ser çareserîya pirsgirêka Kurd destpêkirîye, Serokê CHP Ozgur Ozel, serdana şeş bajarên Kurdan dike. Ozel li Amedê du roj dimîne û jibo pirsa Kurd peyam3en girîng dide. Lê gelo kolanên Amedê li ser geşdenan çi difikire?
Helbestvanê mezin Cegerxwîn, di 40'emîn salvegera mirina wî de li Amedê hate bîranîn. Di bernameyê de helbestên wî hatin wendin, stranên ji helbestê wî hatin pêşkêşkirin û di wêje û hunera Kurdî de rola wî hate nîrxandin.
Cenazeyê Xwendkara ji Amedê Rojîn Kabaîş, 15'ê mehê de di Behra Wanê de mirî hate dîtin. Sedemên mirina wê hin eşkere nebûne. Malbata Rojîn bawer dike ku keça wan hatîye kuştin. Rojîn di 27'ê îlonê de li kampusa zanînegha Wanê wunda bû. Baroya Amedê jî daxuyakirin ku dê doza mirina Rojînê bişopînin.
4 rojnamevanên jin ku di xwepeşandana DEM Partî de dema dîmena desteserkirina çalakvanan girtin, rastê tundîya polîsan hatin. Rojnamevan serî li Komela Mafê Mirovan dan û gilîya polîsan kirin û 8 dezgehên ragihandinê jî êrîşa li ser rojnamevanan şermezar kir
Komela Jinên Hunermend KASED li bajarê Amedê berî çend rojan nîşandaneke cilûbergên Kurdî li dar xist û tê de şanoger, rojnamevan, mamoste, û xwendekaran cilûbergên bêhtirî 10 herêmên Kurdî nîşan dan.
Walîtiya Amedê, mîtînga DEM Partî ya bi navê 'Li Hember Tecrîdê Azadî' qedexe kir. Hevserokên DEM Partîyê, digel parlamenteran xwestin li Qada îstaysonê mîtingeke pir mezin lidar bixin lê destûr nehat nedan.
Li Amedê Koma Muzîkê ya bi navê Jinma neh salan berê ava bû ku ji 12 endaman pêk tê û hemî endamên wê him li enstrumanan didin û him jî distirên. Ew ji zarokatîya xwe ve bi Kurdî hatin perwerdekirin û gihîştin asta mamosteyên muzîka Kurdî û dibêjin ew dixwazin bibin dengê jinan.
Stranbêjên Kurd Azad Bedran û Helîmê Omerî di çarçoveya operasyona terorî ya Dozgerîya Stenbolê de li Amedê hatibûn desteser kirin. Hefta borî jî endamên Koma Hevra li Amedê desteser kiribûn. Di vê raportê de çend endamên komê givaştinên ser hunera Kurdî dinirxînin
Li Tirkîye di nav hefteyek de 10 jin hatin kuştin û hejmara giştî ya nava vê salê bû 292. Roja Şemîyê li Amedê jî leşkerek pêşî hevjîna xwe, paşê jî xwe kuşt. Tora Dijî Tundûtûjî ya Amedê tevî komel û rêxistinên mafê jinan, li dijî kuştina jinan meşeke girseyî li dar xist
Dueta li Arafê romana dawîn ya Selahattîn Demîrtaş e ku bi nivîskar Yîgît Bener re, bi şêwazeke hevparî nîvîsîye. Jibo danasîna pirtûkê li Amedê bernameyek li dar ket û hevjîna Demîirtaş, Başak Demîrtaş tevî Bener pirtûk îmza kir. Demirtaş heta niha 6 pirtûkên roman û çîrokan nivîsîne
Li Amedê, li Navenda Çandê ya Dîcle û Feratê, heval û hogirên Nagehan Akarsel bernameyek yadkirinê amade kir. Akrasel du salan berê li Silêmanîya Herêma Kurdistanê hatibû kuştin.
Pirtir bar ke