Oldarên misilman yên herêma Dêrikê, wek bersîvdana êrîşên dijî Elewîyan li rojavayê Sûrîyê dibêjin ku ew tundîya ku bi navê misilmanan tê, qebûl nakin. Ew dibêjin ku divê di navbera hemî ol û bawerîyên herêmê de wekhevî û rêzgirtin hebe.
Jinên ENKSê li Dêrikê bi govend û sitranan pêşwazî li roja jinê ya cîhanî kir, jinên amadebûyî kêfxweşîya xwe anîn ziman.
Di meha Remezanê de buhayê kelûpelan bilind bûye. Rûniştvanên Girkê Legê jiber vê rewşê nerazîbûna xwe nîşan didin ku bazirgan di vê mehê de ji xwe re derfet dibînin ku buhayê tiştan zêde bikin.
Kurdên Sûrîyê bi giştî banga Ocalan erênî dibînin. Ew hêvîdar in ku piştî bi dehan salên şer û zehmetîyan aştî pêk were, bi taybetî ku banga Ocalan û pêvajoya nû bandoreke mezin li ser rewşa wan dike.
Ji ber kêm baranî û hişkesaliyê û qutkirina avê li ser herêmên Kurdan ji aliyê Tirkiyê ve, herêma Alîyan û Cerehê ber bi ziwabûnê ve diçin û bandor li ser jiyana xelkê û çandiniya li herêmê kiriye.
Di Roja Cîhanî ya Dadmendîya Civakî de hin welatî dibêjin ku ew dadmendîya ku wan xeyal dikir hîn jî pêk nehatîye û vê yekê bi berpirsîya sazîyên Rêvebirîya Xweser ve girêdidin, lê parêzer rewşa heyî baştir dibînin.
Kurdên Sûriyê dibêjin li ser rûpelên medyaya civakî gef û gotara kînê li dijî wan zêde bûne û gelek rûpelên sexte hatine çêkirin bi armanca derxistina tevlihevîyan li herêmên kurdan.
Felek Yûsif li Girkê Legê cihekî taybet ji bo hunera xwe vekiriye û tê de daxwazên xelkê pêk tîne. Ew cih ji bo ciwanên ku ji hunera şêwekarî hez dikin, bûye derfetek ku tê de xwe pêş bixin û kar jî bikin.
Di 14'ê Sibatê anku Roja Evîndaran de daxwazên evîndaran li ser dîyarîyan zêde bûne. Lê, jiber rewşa ne aram ya deverê şahîyên berferh rawestîyane. Ciwan bi hêvî ne ku Roja Evîndaran di civaka wan de zindî bimîne û hind anebe û ew di nava aramîyê de vê rojê pîroz bikin.
Xwendingehên rejîma Sûrîyê li bakur û rojhilatê Sûrîyê ketine bin cavdêrîya Rêvebirîya Xweser û heta heta dawîya salê bi sîstema berê perwrdeyê bidin, lê çarenivîsa xwendekarên nedîyar e û mamosteyên wê jî bê mûçe mane.
Gelek zarokên devera Girkê Legê ku dûrî dibistanan ketine di nav karên zehmet û qirêj de kar dikin da ku nan peyda bikin û debara jiyana malbatên xwe bikin.
Xwedîkarê sewalan li devera Dêrikê jiber hişkesalî û tunebûna baranê xembar in. Ew banga alîkarîyeke lezgîn dikin ku zarar negihêje samanên wan yên ajalî û aborîya deverê were parastin.
Jiber kêmbûna baranê rûniştvanên herêma Dêrikê dûa ji xwedê dikin ku baranê bibarîne. li Herêmê ji wê kiryarê zêwe tê gotin ku gundî bi awayekî hevbeş xwarin çêdikin, zarokekê wek bûka baranê dixemilînin û derdikevin dûayan.
Helbestvan û nivîskarê Kurd Kemal Necim, ji sala 1996`an ve bi xebatên ziman û nivîsîna helbestan ve mijûl e. Ew helbestê wek zanist dide nasîn û dibêje helbesta Kurdî nikare di qalibên kevin de bimîne.
Gelê Kurd li bajarê Girkê legê kêxweşîya xwe bi hevdîtina Mazlum Ebdî û Mesûd Barzanî da xwîyakirin û doza berdewamîya yekrêzîya mala kurdî kirin.
Bi şêweke zelal tê dîtin ku Amerîka û koalisyona navdewlatî hêzên xwe li herêmên bakûr û rojhilatî sûrîyê zêde dikin û alîkariyên leşkerî û lojistîkî bi kamyonan û karwanên otombîlên barhilgir ji axa Îraqê û herêma kurdistanê derbasî rojava dikin.
Metersîya vegera Daişê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûye û rûniştvanên deverê dixwazin kolan û bajarên xwe biparêzin. Jinên dinav hêzên civakî de nerînên xwe li dor rewşa nû ya Sûriyê parve dikin.
Li herêma Dêrikê rûniştivanên deverê dibêjin ku rewşa Tendirûstî ne zêde başe. Rêvebirîya Xweser jî dibêje ku ji ber dorpêça heyî û kêmbûna alîkarîya saziyên herêmî û navnetewî ew nikarim alavên nexweşxaneyan û dermanên erzan peyda bikin.
Li herêma Dêrikê gelek ol û netew bi aşitî bi hev re dijîn, lê ji ber guhertinên ku li Sûrîyê dibin, ew ditirsin ku mafê hemî pêkhateyan neyê parastin. Xiristîyanan cejnên xwe bi girseyî çênekirin, û rûniştvan bi hêvî ne ku sala nû ya aşîtîyê be.
Li Girkê Legê gelê Kurd dakete kolanan û doza yekîtîya partîyên kurdî kirin, di girseyê de şêx Murşid Xiznewî amadebû û dîyar kir Ku partîyên kurdî li hev civîyane, rûniştivanên deverê bi yekîtîya alîyên kurdî bi hêvîne ku doza Kurdan li Şamê xurtir bibe.
Pirtir bar ke