Çarenivîsa Hêzên Bîyanî li Sûrîyê Wê Çawa Be?

Leşkerên Amerîkî, Rûsî û yên rejîma Esad li gundê Xirbet Emû li rojhilata Qamişlo li Rojava (Arşîv)

Rêvebirîya demkî ya Sûrîyê jibo çarenivîsa bingehên leşkerî yên bîyanî li welêt bi sê welatan re dîyalogê dike.

Ev yek di demekê de tê ku rêvebirîya demkî ya Sûrîyê behsa girêbestên parastina hevbeş bi hin hêzên cîhanî re dike.

Wezîrê Berevanîya Sûrîyê Murhef Ebû Qesra di hevpeyvîna bi Washington Post de got ku welatê wî vekirî ye ku bihêle Rûsya bingehên xwe yên esmanî û deryayî li beravên Sûrîyê mayînde bike.

Weke din, artêşa Tirkîyê ji 2016’an vir ve li Sûrîyê xwe bi cîh kirîye û ji 2014’an vir ve koalisyona navnetewî ya şerê dijî Daişê piştgirîya şervanên Kurd dike û hejmarek ji bingehên Amerîkî li Sûrîyê hene.

Gelo çarenivîsa hebûna Amerîka, Rûsya û Tirkîyê li Sûrîyê çi be û bandora vê yekê li ser herêma Kurdên Sûrîyê wê çawa be, çi bandorê ser cîhên Kurdan li Sûrîyeya nû bike û şerê dijî Daişê bike?

Ev xalên Mijara Rojê li gel şîrovekarê sîyasî Selahedîn Mislim û rêvebirê Navenda Çav ya rapirsînan Dr. Silêman Îlyas hat gotûbêj kirin.

Mislim da zanîn ku wê zehmet be ku Rûsya careke din hebûna xwe ya leşkerî bihêle. "Ji bandora şerê Ukrayna, Rûsya li Sûrîyê qels bû û di encamê de rejîma Esad ket."

Lê, nêrîna Îlyas ji ya Mislim cuda ye. "Rûsya li Sûrîyê xwedî hebûneke dîrokî ye û peymanên hevbeş bi rejîma berê re hebûn," Îlyas got.

Jibo hebûna Tirkîyê, her du mêvan xwedî yek nerîn bûn, ku Tirkîye hewil dide hebûna xwe li Sûrîyê bihêztir be, lê ev yek naçe serî.

Li dor hebûna koalîyona navnetewî li Sûrîyê, mêvanên Mijara Rojê da zanîn ku hebûna Amerîka balansekê li Sûrîyê çêdike û bê hebûna Amerîka li Sûrîyê wê welat careke din dikane vegere qonaxa şer.

Jibo guhdarkirina li bernameyê kerema xwe fayla deng vekin:

Your browser doesn’t support HTML5

NR_02_12_2025_Carenivisa_Hezen_Biyani