Li Tirkîyê Givaştinên Ser Rojnamevanên Kurd Didomin

Dadgeha Cezaya Giran ya 23’an derheqa rojnamevana Kurd, Dîren Yurtsever de dozek vekir û ji 1 heta 3 salan ceza dixwaze.

Li gor pêzaninan, li ser gilîya Samî Baran, Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê, di “Doza Kobanê” de, jiber îdayên “dîyarkirin û belavkirina nasnameya îtirafkaran” dozname amade kir û Dadgeha Cezaya Giran jî doz vekir.

Samî Baran û Kerem Gokalp, di Doza Kobanê de wek îtirafkar dihatin guhdar kirin.

Dema ku Yurtsever birêvebirina edîtorîya Ajansa Mezopotamyayê (MA) dikir, di nûçeyeke wê ew yek wiha hatibû weşandin:

“Di Doza Kobanê de heyeta dadgehê biryar da ku îtîrafkar Samî Baran û Kerem Gokalp werin guhdar kirin.”

Jiber vê nûçê jî derbarê Yurtsever de doz hate vekirin. Ew dibêje ku ku jiber astengîyên hiqûqê ew nikarin karên xwe bikin.

“Dema min di Ajansa Mezopotamya de rêvebirîya karê nivîsînê dikir, derheqa şeş nûçeyan de li ser min lêpirsîn hate vekirin, hin jina nehatin şopandin lê li ser yek nûçeyê jî di derheqê min de doz vekirin. Jiber egerên van dozan em nikarin ku karê xwe bi cîh bînin.”

Yurtsever dide zanîn ku li gor ku dadgeh îdia dike, nasnameya Samî Baran ne weşartî ye û ew bi awayekî vekîrî û rûyê xwe dîyarkirî şahîdî kirîye.

“Nasnameya Samî Baran ne weşartî ye û ew ne şahîdekî veşartî ye. Ew bi rûyê vekirî û bi awayekî rasterast şahîdî kir û rûyê wî jî ne weşartî bû. Li vê derê tiştekî weşartî tuneye. Ew di hesabê xwe yê medyaya civakî de jî xwe dîyar dike. Ev kesê ku bi her awayî dîyar e û bi dîyarkirina wî têm sucdar kirin û ev jî tiştekî gelek sosret e,” Yurtsever dibêje.

Di sala 2022’yan de 20 rojnamevanên Kurd hatibûn binçav kirin û 16 ji van hatibûn girtin, Yurtsever jî yek ji van bû. Piştî 7 mehan Yurtsever jî têda 9 rojnamevan ji zindanê hatin berdan. Ew radigîhîne ku di vê dozê de jî 6 sal û 3 meh ceza li ser wê hatiye birîn, lê ev doz aniha li pêş dadgeha pêdeçûnê ye ku biryar bide ceza were pajirandin yan ne.

Ozcan Kiliç, ku parêzerê Yurtsever e, dibêje ku doza ku hatiye vekirin, li gor rêbazên hiqûqê pirtir cezakirina rojnamevanî ye.

“Gelek rojnamevan, şande ev doz şapandiye û Samî Baran jî bi navê xwe beşdar bûye. Ew û bavê wî demeke di rêxistinê de mane û paşê jî jibo ku dewlet wan efû bike bûne îtirafkar. Heke ew kes karmendên dewletê anku memûr bana, wê gavê cîyê vî di qanûnê de heye, lê ev kes ne karmwendên dewletê ne. Loma jî dozger di vê derê de xeletîyek kirîye.”

Hêjayî dîyarkirinê ye ku Konseya Ewrupî di rojên borî de “Raporta Azadîya Çapemenîyê ya sala 2024’an ya Tirkîyê weşand. Di raportê de tê gotin ku li Tirkîyê zextên li ser çapemenîyê, azadîya rojnamevanan ji holê radike û herî zêde rojnamevan li Tirkîyê li zindanê ne.

Your browser doesn’t support HTML5

ED_03_07_2025_Diren_Yurtsever