Korîdora Zengezûrê û Rola Îranê

Your browser doesn’t support HTML5

Azerbaycan û Tirkîye bo çêkirina Korîdora Zengezûrê hewlên xwe zêde dikin. Ermenistan bi tundî dijî avakirina wê korîdorê ye. Îranê heta niha mîna hevbenda serekî ya Ermenistanê, piştgirîya Yêrêvanê dike, lê bi qelsbûna Îranê, Enqere û Bakû pêkanîna armanca stratejîk pêkan dibînin

Azerbaycan û Tirkîye jibo ewlekirina korîdorek bejayî ya navbera welatên xwe ji ser Ermenistanê re hewlan zêde dikin. Ew, wek korîdora Zengezûrê tê zanîn û Ermenistan bi tundî dijî avakirina wê korîdorê ye. Îranê heta niha mîna hevbenda serekî ya Ermenistanê, piştgirîya Yêrêvanê dike, lê bi qelsbûna Îranê li herêmê, Enqere û Bakû firsendê dibînin ku armanceke xwe ya stratejîk ya serekî pêk bînin.