Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê bi îdiaya “alîkarîya rêxistina çekdarî kiriye” 3 sal û 9 meh cezayê zîndanê da Abdullah Zeydan. Piştî vê bîryarê rûniştvanên Wanê, li hember gumana danîna qayumê, li ber derîyê Bajarvanîya Wanê kom bûn û piştgirîya xwe bo Zeydan dîyar kirin. Zeydan dibêje ku li gor vê dozê divîya ba ew hatiba berat kirin, lê jibo amedekirina bingeha danîna qayume, ceza li wî hate birîn.