Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy ragihand ku ew bi Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz re peyivîye.
Zelenskyy ji X’ê dîyar kir ku wan ser ewlekarî û hin mijarên din danûstandineke paqij kiriye.
‘’Em bawerîyê bi wê Ewrupayê tînin ku li dora Ukrayna kom dibin û em xebatên xwe ser vê yekê dimeşînin.’’
Wî dîyar kir ku ew hemî jibo ewlekarîya gelên xwe dixebitin û got ku ew jibo herêmê ne agirbesteke demkî, lê qedandina şer dixwazin.
Serokê Ukraynî got ku qedandina şer bi xebatên wan yên hevbeş û rêberîya Amerîka pêkan e.
Scholz jî ji X’ê got ku wî ji Zelenskyy re gotiye ‘’hevbendîya wan naşikê’’ û dîyar kiriye ku wê serokê Amerîka jibo aştîya mayînde rêberîyê bike.
Zelenskyy dîyar kir ku ew piştî axaftina bi Scholz re bi Serokwezîrê Portekîzê Luis Montenegro re peyivîye.
Wî got ku ew bi Montenegro re ser piştgirîya wan peyivîye û spasîya Portekîzê kiriye.
Jêder: X