Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zelenskiyy Diçe Erebistana Siûdî ku bi Mihemed Bîn Selman re Bicive


Zelenskiyy û Mihemed Bîn Selman de (Arşîv)
Zelenskiyy û Mihemed Bîn Selman de (Arşîv)

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskiyy, berî danûstandinên navbera Ukrayna û Amerîka yên ser dawîkirina şerê bi Rûsya, îro Duşemê diçe Erebistana Siûdî ku bi Prensê Şûngir Mihemed Bîn Selman re bicive.

Erebistana Siûdî, di bin rêbertîya Mihemed Bîn Selman de ji dema dagirkerîya Rûsya ya sala 2022yan vir ve navbeynkarîyê dike û Rîyad herî dawî mazûvanîya danûstandinên navbera Moskow û Washingtonê ya meha borî kiribû.

Zelenskiyy got ku ewê beşdarî danûstandinên roja Sêşemê yên bi karbdfestên Amerîkî re nebe û lê şandeyeke Ukraynî ya bin serfermandarê welêt, wezîrên derve û berevanîyê û berpirsekî leşkerî yê payebilind wê beşdar bin.

"Ji alîyê xwe ve, em bi tevahî pabend in bi dîyaloga avaker û em hêvîdar in ku li ser biryar û gavên pêdivî gotûbêj bikin û bigîjin lihevkirinekê. Pêşnîyarên rastbîn li ser maseyê ne û tiştê girîng ew e ku em bi lezûbez tevbigerin," Zelenskiyy di peyama xwe ya li ser Xê de got.

Danûstandinên roja Sêşemê yên navbera karbidestên Amerîkî û Ukraynî wê bibe civîna fermî ya yekê ya piştî civîna Ofîsa Oval ya navbera Serokê Amerîkî Donald Trump û Zelenskiyy û û çaverê ye ku li ser peymanek dualî ya madenên giranbuha û çawanîya qedeandina şer rojevên serekî bin.

Washington, ku demeke hevbenda serekî ya Ukrayna bû, di bin rêvebirîya Trump de polîtîkayên xwe yên dema şer guhertiye û rasterast bi Moskowê re têkilî danîye û di heman demê de alîkarîya leşkerî û parvekirina îstixbaratê jibo Kîevê jî qut kir.

Zelenskiyy, di bin zexta mezin ya Trump de ye ku dixwaze şer dempdest bi dawî be. Ew hewil dide ku nîşan bide ku ew bi Trump re di heman helwestê de ye tevî ku nekarîye garantîyên ewlehîyê ji wî bistyanda.

Karbidestên Amerîkî dibêjin ku ew plan dikin hevdîtina bi Ukraynîyan re wek derfeteke bi kar bînin ku bizanin gelo Kîev amade ye hin tawîzên berbiçav Rûsya yan ne.

Nûnerê taybet yê Trump yê Rojilata Navîn, Steve Witkoff got ku armanca wan danîna çarçoveyeke jibo peymana aştîyê û ragihandina agirbesteke destpêkê ye.

XS
SM
MD
LG