Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bendewarîyên Civaka Kurd ji Nexşeya Nû ya Siyasî ya Almanya Çi Ne?


7 Kurdên ku di hilbijartinên 23’ê Sibata 2025’an de, jibo parlementoya federal ya Almanya hatine hilbijartin.
7 Kurdên ku di hilbijartinên 23’ê Sibata 2025’an de, jibo parlementoya federal ya Almanya hatine hilbijartin.

Lîjneya hilbijartinê ya Almanya îro Duşemê encamên fermî yên demkî yên hilbijartinên giştî eşkere kir.

Li gor vê yekê, hevbendîya Partîya Yekîtîya Demokrat ya Xiristiyan (CDU) û Partîya Yekîtîya Sosyal ya Xiristîyan (CSU) bi rêjeya ji sedî 28.6’ê dengan, hilbijartinên giştî di rêza yekê de ye.

Partîya Alternatîf jibo Almanyayê (AfD) ya rastgir a tund, li gor hilbijartinên berê dengên xwe ji sedî 10.4 zêde kir û bi rêjeya ji sedî 20.8’an, di rêza duyê de cîh digire.

Partîya Sosyal Demokrat (SPD) bi rêjeya ji sedî 16.4 dengan di rêza sêyê û Partîya Keskan jî bi rêjeya ji sedî 11.6’an di rêza çara de ne.

Partîya Çep dengên xwe ji sedî 3.9 zêde kir û ji sedî 8.8 deng wergirt.
Partîya Demokratîk ya Azad (FDP) ku ji hikûmetê vekişîya û bû sedema hilbijartinên pêşwext, bi rêjeya ji sedî 4.3 dengan di bin benda ji sedî 5 de ma.
Partîya "Tîfaqa Sahra Wagenknecht - Jibo Têgihîştinê û Dadmedîyê" (BSW) ku cara ewil beşdarî hilbijartinên giştî bû, ji sedî 4.9’ê deng bi dest xist.

Li gor van ecaman, dabeşbûna kursîyên li parlementoya federal ya Almanya wê wiha be: CDU/CSU 208, AfD 152, SPD 120, Partîya Keskan 85, Partîya Çep 62.

Jibo avakirina hikûmetê herî kêm 316 parlamenter pêwîst e, loma li gor van encaman ti partî bi tena serê xwe nikare bibe desthilatdar.

Şîrovekar dibêjin ku di vê rewşê de egera herî xurt di navbera CDU/CSU û SPD ku ji bi gistî 328 kursî bi dest xistine, avakirina hikûmeteke koalîsyonê

Di hilbijartinên 23’ê Sibata 2025’an de, rêjeya beşdarbûna 59.2 mîlyon dengdêran Alman wek ji % 83,5 hat tomar kirin, ku ji 1990-an vir ve ku rêjeya herî zêde ye.

Zedetirî 4500 berbijêr ji 29 partîyan, jibo bidest xistina kursîyek li parlementoya federal ya Almanya yan endamtîya yek ji parlemênên 16 eyaletên Almanya peşbirkên tund rêvebirin.

Li gor çavkanîyên cuda, tê texmîn krin ku li Almanya zêdetirî 1.5 mîlyon Kurd hene.

12 Kurd ji partîyên cuda jibo endamtîya parlementoya federal peşbirk kirin.

Li gor encamên demkî jibo niha 7 Kurd hatine hilbijartin:
Cansu Ozdemîr, Gokay Akbulut, Cem Înce, Ferat Koçak û Mîrza Edîs ji Partîya Çep, Qasim Tahîrê ji hevbendîya Keskan û Serdar Yuksel ji Partîya Sosyal Demokrat hatine hilbijartin.

Ev encam nîşan didin ku dengdêrên Kurd piştgirîyek xurt dane partîyên çepgir.

Partîya Çep, Hevbendîya Kesk û Partîya Sosyal Demokrat hatine hilbijartin ku jibo partîyên çepgir piştgirîyek xurt ya Kurdan nîşan dide.

Lê hejayê gotinê ku jimareke Kurd jî partîyên rastgir yên navendî wek CDU bûn berbijêr ku di meyla dengdanê ya Kurdan de guherînek berbiçav nîşan dide.

Siyasetvanên Kurd di nava Hevbendîya Keskan de ku di hilbijartinan de aktoreke serekî ye jî xwedî rolên girîng in.

Di dema kempeyna jibo hilbijartinan de, rexistinên cuda yên civata Kurd ku daxwaz û hevîyên Kurdan pêşkeş partîyên siyasî kirin.

Rexistinên ku nûnertîya dora 1.5 mîlyon Kurdên li Almanyayê dikin, gelek caran bang kirin; jibo weşanên pirzimanî, entegrekirina tam ya rêxistinên Kurd di peyvajoyên biryardayînê de, piştvanîya dijî siyaseta nîjadî tundrê ya ser koçberan, sînordarkirina çekan jibo Tirkîyê û herwiha ser gelek mijarên din.

Ev bangana piralîbûna nîqaşên siyasî ya îroyîn dide ber çavan, ku siyaseta navxweyî di çarçevoya berfirehtir de têkildarê pirsgirêk û polîtîkayên navneteweyî ne.

Huseyîn Yilmaz, hevserokê rexistina sivîl ya bi navê Nav Berlîn, ku jiber hilbijartina 7 Kurdan jibo parlemena federal ya Almanya wek daxwaza Kurdan ya alîkarîya demokrasî û aborîya Almanya dibîne.

“Em pir kêfxweş in. Encamên hilbijartinê bi eşkereyî nîşan didin ku Kurd dixwazin zêdetir werin temsîl kirin û Kurd jibo xurtbûna demokrasî û aborîya Almanya dixwazin zêdetir piştgirîyê bikin,“ wî ji Dengê Amerîka re got.

Yilmaz bal dikşîne ku Kurd demeke dirêj e li Almanya dijîn û ew êdî rastîya Almanya ne. "Ew xwedî milk, û karsazîya ne. Bacê didin û tevkarîyên girîng ya civakê dikin. Divê di siberoja Almanya da gotina Kurdan jî hebe.“

Yilmaz dîyar kir ku rexistîna wî Nav Berlîn jibo tomarkirina dengderên Kurd û tevahîya berbijarên Kurd ji hemû partîyan kempeyneke xurt meşandiye.

Yılmaz ji parlemenên federal dixwaze ku jibo çareserîya pirsgirêkên civakî û siyasî yên Kurdan li parlementoya federal de bi aweyekî hevgirtî bixebitin, û bi hikûmeta nû re dîyalogê deynin.

“ Daxwaz û hevîyên me ji wan hene. Gelek kêşeyên civakî ya Kurdan hene, bi taybet yên penaberan ku di warê hiqûqî, saxlemî, nijadperestî de rastî gelek zahmetîyan tên.Herwiha Em naskirin û piştgirîya maf û nasnameya Kurdan dixwazin. Em pêbawer in ku wê parlementerên me yên Kurd van kêşeyan bînin ziman û jibo çareserîyê bi hikûmeta federal re dîyologê pêşve bixin, “ Yilmaz got.

Ferat Koçak yek ji 7 endamên Kurd yên nû di parlementoya federal ya Almanya ye û wê ji Partîya Çap nûnertîya herema Berlîn-Neukölln bike ku gelek Kurd li wê heremê dijîn.

Koçak yê 46 salî ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku wî di kempanya xwe de ji civaka Kurd piştgirîyek pir mezin dîtîye û pir dilxweş e.

Koçak bi ferqa ji sedî 10 kursîya xwe ya li parlementoyê ewle kiriye û dibêje ku jiber gotarên cudakarî û tundra di nava civaka Almanya da dabeşkirineke kûr çêbûye ku jibo aştiya civakî nîşana xeterîyeke girîng e.

“ Loma armanca partîya min û wek parlementer ya min hewla sekinandina vê dabeşkirinê ye. Sekinandina van gotarên tundra yên ser pêkhatayên cuda yên di civatê de ye, bi taybet ser koçberan, xizan û kemanîyan, wek civaka min bixwe Kurdan, “ Koçak wî got.

Parlementerê nû balkişand ku ewê jibo çaresîya keşeyên hemû dengderên herema xwe ewê pêşîtîyê bide derxistina qanûnên federal, wek peydakirina xanîyên erzan, peşxistina xizmetên civakî,saxlemî,aborî û siyaseta jingehê.

Koçak li ser komên kêmanî jî dibêje ku gelek projên wî amade ne ku ew li parlementoya federal bîne rojêve.

“Gelek projeyên min amade ne ku ez jibo civakên bindest yên wek Kurd, Elewî û Ezidîyan peşkeşî parlementoyê bikim.Ez bixwe jî yek ji wan im. Ezê her tim li her cîh ji kolanna bigire, heya parlementoyê digel civaka xwe Kurdan û yên blindest bim. “wî got.

Koçak hevdem deşkere kir ku ewê berevanîya serketinên Kurdan li bakûrê Sûrîyê, bêyî nirxandina rewşa Kurdan li Tirkîyê, astengirina firotina çekan ji Enqerê re û herwiha serjimara fermi ya Kurdan li Almanya ewê hin mijarên serekî yên rojeva xebatên wî bin.

Serokê CDU Friedrich Merz çaverê ye ku bibe serokwezîrê Almanyayê ku wî kempanya xwe di bin dirûşma "Almanyayek ku em dîsa pê serbilind bin" meşand.

Wî sozên wek kontrola mayînde ya sînoran û jibo kêmkirina koçberan rêgezên bileztir yên penaberîyê,daxistina bacan, û gavên jibo zindîkirina aborîya têkçûyî ya Almanya dane.

Li gor çavderên siyasî, piştî avabûna hikûmeta nû ya Almanya, ewê bandora siyasetvanên Kurd zêdetir xûya bibe û ewê dengderên Kurd karibin pirtir nirxandinan bikin.

Hîn agahîyên vê raportê ji AP û AFP hatine wergirtin.

XS
SM
MD
LG