Cigirê serokê Weqfa Parastina Demokrasîyan (FDD) di paneleke roja Duşemê de got ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dixwaze ku li heremê bi awayekî serdest be ku bibîne ka ew dikare Rojhilata Navîn jinûve ava bike, bi piştgirîdayîna Hamasê û herwiha bi kontrol kirina Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ) ku niha li Sûrîyê desthilatdar e.
"Niha li Rojhilata Navîn rewşeke nû derketîye hole, piştî ku Îsraîlê bi şerê li Gazayê kanînên koma tundrê Hamas, û ya Hîzbûllaha li Lubnanê bi awayekî berbiçav têk birine."
Hamas û Hîzbûllah û gelek komên din ku Îran piştgirîya wan dike şerê Îsraîlê dikin, mîna beşek ji "Xeta berxwedanê" ya Îranê, ku komên çekdar yên li Îraq, Sûrîyê û Lubnanê di nav de ne.
Schanzer herwiha bal kişand, niha HTŞ ku berê bi navê El-Nusra girêdayî koma jihadî El-Qayde bû li Sûrîyê desthilatdar e, rewşeke nû ya Rojhilata Navîn heye.
Di 8’ê Berfanbarê de serhildayên bi pêşengîya Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ), di encama êrîşeke 12 rojan de kontrola paytext Şamê bi dest xistibûn û desthilatîya rejîma Beşar Esad têk biribûn.
Rêberê HTŞ’ê Ehmed El-Şera di 29’ê Rêbendanê de wek serokê demkî yê rêvrbirîya veguhastinê ya Sûrîyê hat dîyar kirin û wî revebirîyek e ku bi Tirkîyê re dost ava kir.
"Tirkîye îro piûtevana serekî yê HTS li Sûrîyê ye. Piştgirîya xwe ya jibo Hamasê duqat kiriye, û ew bi berdewamî dijî Îsraîlê ye."
Schanzer bi berdewamî bal kişand ku di nexşeya nû ya 10 heftayan ya Rojhilata Navîn de tê ditîn ku Tirkîye bi aktorên nû hinek ji kanînên Îranê ku Îsraîlê wêran kirine, jinûve ava dike.
"Erdogan niha du enî bi dest xistine. Hamasê wî heye, her çend Hamas bi giranî têkçûye jî. Ger Hamas bi awayekî jinûve bê avakirin, Tirkîye wê di serkêşî û rêberîya Hamasê de xwedî roleke girîng be. Lê HTŞ, bêguman, wekîlê rejîma Tirkîyê ye. Divê em pir bi baldarî bişopînin ku gelo Tirkîye hewl dide ku vê yekê zêdetir berfireh bike yan na, " wî got.
Schanzer dîyar kir jiber van sedeman hebûna hêzên Amerîkî li Sûrîyê jibo aramîya Rojhilata Navîn û astengkirina serdestîya Îran û Tirkîyê li heremê girîng e.
Henri J. Barkey ku Profesorê xebatên Rojhilata Navîn e, di panela " Vejîna Tirkîyê ya Piştî Osmanîyan " de got ku siyaseta derve ya Tirkîyê li gor berjewendîyên kesane yên Erdogan tê meşandin.
"Ew Tirkîyê , wek yek ji hêzên mezintir yê cîhanê dibîne. Hema hema ji destpêka desthilatdarîyê xwe ve. Ger tê bîra we, wî got Neteweyên Yekbûyî ji 5 welatn mezintir e. Lê em nikarin bêjin ku tevahîya welatîyên Tirkîyê ji kiryarên wiha dibejirînin "
Barkey bal kişand ser dîroka dirêj ya Amerîka û Tirkîyê û got ku di ware Sûrîyê de, wê helwesta Washingtonê ya ser nezîkatîya Enqerê pir girîng be; hem jibo ewlehîya Îsraîlê hem jî jiber rewşa Kurdên Sûrîyê.
"Revebirîyeke me heye ku hîn nû fahm dike ku HTŞ ya Şera tenê Şamê û Hemayê kontrol dike û herwiha Şera bi tena serê xwe biryar da ku jibo veguheztineke wê çar-pênc sal hewce bike. Li Sûrîyê ji ti kesî nehatiye pirsîn ka ew çi dixwazin yan na," wî got.
Wî herwiha got ku hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi peşengîya Kurdan di tekoşîna dijî Koma tundrê Dewlata Îslamî (DAIŞ) hevbendeke girîng e, dema niha di 2 kampan de bi hezaran endam û malbatên endamên wê komê kontrol dike.
Pentagonê di Berfanbarê de gotibû ku li Sûrîyê 2000 leşkerên wê hene û ewê hevkarîya bi HSD’ê re bidomîne.
Barkey bi bîr xist ku ku serok Trump di serdema xwe ya yekê de xwestibû ku hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişîne lê piştî nerazîbûnên navxweyî paşve gav avêtibû.
"Loma ez bawer nakim, lê ger serok Trump hêzên Amerîkî ji Sûrîyê vekişîne ezê pir eceb bimênim, jiber ku ne tenê wê Tirkîye derbazî wir bibe, lê hevdem ma wê 10 hezar çekdar û 45 hezar zarok û malbatan radestî HTŞ ya Şera yan Tirkîyê bike, ku di nava çanda DAIŞ’ê de dijîn. Nabe! " wî got.
Piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê di destê HSD de ye,ku wek revebirîyek xweser û hevpeymanîya ji civakên xwechî û herwiha bi piştgirîya Amerîka serwer e.
Lê Tirkîye dibêje ew baskê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) e û bang li Washingtonê dike ku piştgirîya xwe ya jibo HSD’ê rawestîne û hêvîyan dîyar dike ku wê Trump siyaseta rêvebirîya berê ya Joe Biden, hevkarîya bi HSD’rê biguherîne.
Li bakurê Sûrîyê bi hezaran hêzên Tirkîyê hene û herwiha Enqere li wir piştgirîya komên çekdar yên cihadî jî dike, bi taybet Artêşa Neteweyî ya Sûrîyê (SNA), ku şerê dijî HSD’ê dikin.
Erdogan jî bi dubarekî gefê dixwe ku ger HSD çêkên xwe daneyne wê operasyonên xwe tund bike û komê tune bike.
Di demên dawî de gelek şîrokevar dibêjin ku ger Tirkîyê dest bi operasyoneke giştî ya ser HSD’ê bide destpê kirin, wê Îsraîl rastrest piştgirîyê bide Kurdan.
Jonathan Schanzer dîyar kir ku Îsraîl bi awayekî eşkere alîgirê hebûna Kurdan ya li bakûrê Sûrîyê ye.
"Bi dîtina min Îsraîlîyan bi zelalî eşkere kirine ku ew dixwazin Kurd li bakûr (Sûrîyê) bimînin. Ew dixwazin Kurd parastî bibînin.
Lê wî hişyarî da, jiber pêşîtîyên ewlehîya wê, divê Kurd piştgirîyek tam ji Îsraîlê çaverê nekin.
"Dema hûn li lîsteya dirêj ya pêşîtîyên Îsraîlê binêrin; Îran û hemû kaosên din yên ku li herêmê Îsraîlî dorpêç dike di serî ne û Kurd dikevin asta jêr. Loma ez bawer nakim ku Kurd karibin jibo piştgirîya demdirêj pişta xwe bidin Îsraîlîyan. Îsraîlî dikarin perwerdehîyê, çekan heya îstixbaratê bidin Kurdan. Lê divê Kurd li bendê nebin ku Îsraîlî li ser navê wan destwerdanê bikin. Ewlehî wê wek xeta wê ya yekê bimîne," wî got.