Wezîrê Derve yê Ukrayna Andrii Sybiha îro Înê ragihand ku ew bi hevtayê xwe yê Amerîkî Marco Rubio re peyivîye.
Sybiha ser axaftina bi Rubio re got ku ‘’danûstandineke avakar bû.’’
‘’Ukrayna dixwaze ku dawî li şer were û jibo aştîyeke mayînde divê rêberîya Amerîka hebe.’’
Wî dîyar kir ku ew bi Rubio re ser hevdîtina li Erebistana Saudî û pêşvebirina hevbendîyê peyivîne.
Şandeyên Amerîka û Ukrayna roja Sêşemê wê li Erebistana Saudî kom bibin.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy got ku ewê hefteya pêş here Erebistana Saudî lê ewê beşdarîyê li civînan neke.
Civîna li Erebistana Saudî wê di vê demê de be ku Amerîka îstixbarat û alîkarîya leşkerî ya jibo Ukrayna sekinandiye.
Jêder: X