Şandeyên Amerîka û Ukrayna roja Sêşemê wê li Erebistana Saudî kom bibin.
Karbidestên her du dewletan wê ser sekinandina şerê li Ukrayna danûstandinan bikin.
Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy got ku ewê hefteya pêş here Erebistana Saudî lê ewê beşdarîyê li civînan neke.
Zelenskyy dîyar kir ku ewê dîplomat danûstandinan bikin û got ew li bendê ye ku civîneke watedar çêbe.
Wî bi berdewamî got ku ew jibo aştîyeke lezgîn û mayînde dixebitin.
Civîna li Erebistana Saudî wê di vê demê de be ku Amerîka îstixbarat û alîkarîya leşkerî ya jibo Ukrayna sekinandiye.
Rêvebirîya Washingtonê dibêje jibo danûstandinên Rûsya û Ukrayna welatê herî baş Erebistana Saudî ye.
Ew rêvebirî dîyar dike ku her du alî jî dixwazin ku şer bisekine.
Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir.
Amerîka û hevbendên wê yên Ewrupî li hember dagirkerîya Moskowê piştgirî dan Kîevê.
Niha bi qasî 20 ji sedê axa Ukrayna di bin kontrola Rûsya de heye.
Kîev dibêje jibo lihevkirinê divê hemî axên wê paşve werin dayîn, lê Moskow dibêje ew wan axan êdî nade hikûmeta Kîevê.
Jêder: AFP, Reuters, VOA