Hikûmeta Brîtanya îro Pêncşemê toleyên ser Banka Navendî ya Sûrîyê û 23 sazîyên din yên Sûrî betal kirin ku di dema seroktîya Beşar Esad de hatibûn danîn.
Xazîneya Brîtanya rakirina toleyan di lîsteyek nûvekirî ya toleyan de eşkere kir û got ku 24 dezgeh ji lîsteya toleyan hatine derxistin û ew êdî ne rûbirûyê cemidandina darayî yan samanan in.
Di daxuyanîya hikûmeta Brîtanî de hat gotin ku di nava wan 24 dezgehan de, banka navendî, banka bazirganî û banka hevkarîya çandinîyê yên Sûrîyê jî hene.
Kompanîya Petrolê ya Sûrîyê, Kompanîya Bazirganîya Petrolê ya Sûrîyê (SYTROL) û Bazirganîya Petrolê ya Derveyî Welat jî ji listeya toleyan hatine derxistin, hikûmeta Brîtanya got.
Wezareta derve ya Brîtanya sedema rakirina toleyan eşkere nekir û heta niha bersîv nedaye daxwaza şîrovekirinê.
Welatên Rojavayî nêzîktîya xwe ya li ser Sûrîyê jinûve dinirxînin, piştî ku hêzên serhildêr bi pêşengîya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ya îslamî di 8’ê Berfanbarê de rejîma Esad têk birin û hatibûn desthilatê.
Rêberê HTŞ’ê Ehmed El-Şera di 29’ê Rêbendanê de xwe wek serokê demkî yê Sûrîyê bi nav kiribû.
Şera bi dubarekî bang li welatên Rojava dike ku ew toleyên xwe yên ser Sûrîyê rakin, ku di dema şerê navxweyî de jibo givaştina ser Esad hatibûn danîn.
Meha borî jî hin welatên Yekîtîya Ewrupa (YE) jimareke toleyan ser Sûrîyê rawestandibûn.
Brîtanya di Sibatê de gotibû ku piştî hilweşîna desthilata Esad, ewê toleyên xwe yên li ser Sûrîyê nûve bike, lê dîyar kiribû ku wê cemidandina saman û qedexeyên çûnûhatinê yên ser endamên hikûmeta berê ya Esad derbazdar bin.
Jêder: Reuters