Şêwirmendê Ewlekarîya Netewî ya Qesira Sipî Mike Waltz îro Çarşemê got ku Serok Donald Trump wê alîkarîya jibo Ukrayna jinûve binirxîne, ger danûstandinên aştîyê werin plan kirin û tedbîrên avakirina pêbawerîyê werin girtin.
Trump roja Duşemê alîkarîya leşkerî ya jibo Ukraynayê rawestandibû.
Serok Trump şeva Sêşemê got ku ji serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy nameyek wergirtîye û wî tê de jibo hatina ser maseya danûstandinan dilxwazîya xwe dîyar kirîye.
Waltz nameya Zelenskyy wek "gaveke yekê ya baş, erênî" bi nav kir.
Wî rave kir ku karbidestên Amerîkî û Ukraynî gotûbêjan dikin, da ku dîrok, cih û tîmeke danûstandinan ku dê bibe sedema bidawîbûna şer, dîyar bikin.
"Em jiberê de behsa tedbîrên avakirina pêbawerîyê dikin ku emê piştre pêşkeşê Rûsan bikin û wî alî test bikin," Waltz di hevpeyvînekê de di bernameya "Fox & Friends" got.
Lê, Waltz eşkere nekir ku tedbîrên avakirina pêbawerîyê wê çi bin.
Trump şeva Sêşemê herwiha ragihand ku Ukrayna amade ye ku bi Amerîka re peymanek madenên bûhagiran îmza bike.
Washington dibêje peymana madenên bûhagiran jibo berdewamîya piştgirîya Amerîka ya parastina Ukraynayê, girîng e.
"Bi bawerîya min, ger em karibin van danûstandinan bikin, encaman bigirin û pêşve biçin û herwiha hin tedbîrên pêbawerîyê deynin ser maseyê, wê demê serok ewê rakirina rawestandinê (alîkarîyê) bi cidd ê binirxîne, " Waltz got.
"Divê em zanibin ku her du alî bi dilpakî jibo aştîyek qismî, piştre aştîyek mayînde danûstandinan dikin."
Jêder: Reuters