Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Şerê Bendava Tişrînê li Herêmê


Ligel berdewamîya şer û pevçûnên dijwar li derdora bendava Tişrînê û pira Qereqozaq di navbera Hêzên Sûrîya Demokratîk û komên çekdar yên alîgirên Tirkîyê de, topbaran û bombebarana li ser gundewarên rojava û başûrê Kobanîyê di çend rojên borî de zêde bûye.

Balafirên şer yên artêşa Tirkîyê êvara Şemîyê gundê Mesreb yê başûrê Kobanîyê bombebaran kiribû, di encamê de û li gor daxuyanîyeke HSDê 2 zarokan û bavê wan canê xwe ji dest dane, herwiha dayîk û 4 zarokên din yên ji heman malbatê birîndar bûne.

Derbarê berdewamîya van êrîşan de Mihemed Salih Îbrahîm ku rûniştvanê gundewarê rojavayê Kobanîyê yê berçemê Feratê ye, ji Dengê Amerîka re dibêje ku topbaran zerareke mezin dighîne gundîyan.

"Jiber ku xelkê deverê debara jîyana xwe bi çandinîyê dikin û ew nikarin herin nava zevîyên xwe, top bêserûber li nava xelkê û malan dikevin. Herwiha zarok ji tirsa re nikarin derkevin derve. 2 roj berê top li gundên Êlecaxê, Telikê, Girê Ebrê û Qasimîyê ketin, bi dehan birîndar çêbûn herwiha şehîd jî hebûn".

Mihemed Salih Îbrahîm
Mihemed Salih Îbrahîm

Her di vê derbarê de û li gor Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) di şerê ji 32 rojan de berdewam dike de 31 sivîl bûne qurbanî û 65 şervanên HSDê û 253 çekdarên bi ser Tirkîyê ve hatine kuştin.

Şîrovekarê sîyasî Silêman Mehmûd dibîne ku armanca Tikrîyê jinavbirina Rêvebirîya Xweser û guhertina demografîya herêmê ye, ku êrîşên li ser bendava Tişrînê çêdibin weke duberebûna qutkirina ava Elok ya Serêkanîyê ji ser bajarê Hesekê ye.

Mehmûd şerê çêdibe weke "Cenga Bendavan" binav dike, "Kontrolkirina her du bendavên Tişrîn û Tebqayê tê wateya ketina herêmê jêr serdestîya Tirkîyê de. Eger bendav û stasyonên enerjîyê bikevin jêr destê Tikrîyê û mîlîşyayên pêre, wê demê rojhilata Feratê û gel, herwiha Xweserî dê rastî azar û keysbazîyê ji alîyê Tirkîyê ve werin".

Silêman Mehmûd
Silêman Mehmûd

Wezareta berevanîya Tirkîyê çend roj berê gotibû ku "Bendava Tişrînê xwedî girîngîyeke stratejîk e û xeta dawî ya parastinê ye jibo HSDê".

Rêvebirîya Xweser ya herêma Bakur û Rojhilata Sûrîyê çend caran hişyarî daye ku berdewamîya êrîşan li ser bendavê dê wê hilweşîne û bibe sedema felaketeke mirovahî, loma bang li civaka navnetewî dike ku bendekî ji êrîşên Tikrîyê re deyne.

Lezgîn Îbrahîm lêkolerê li Navenda Ferat a Lêkolînan dîyar dike ku Tirkîyê bi armancgirtina bineszîya aborî dixwaze givaşê li Rêvebirîya Xweser bike û pêgeha wê di danûstandina ligel desthilata defakto li Şamê lawaz bike.

"Tirkîye dixwaze bendavê kontrol bike daku derbeyeka aborî li Rêvebirîya Xweser bixe, berê jî wê gelek caran binesazîya herêmê armanc kiriye. Tirkîye dixwaze Xweserî nikanibe ti gavên aborî jibo xizmeta gel û herêmê bavêje û wê lawaz bike. Rewşa Sûrîyê niha hatiye guhertin û dîyalog di navbera HSDê û Şamê de tê kirin û Tirkîye dixwaze jêdanînên mezin li Xweserîyê ferz bike", Îbrahîm got.

Lezgîn Îbrahîm
Lezgîn Îbrahîm

Cîhê bîrxistinê ye ku HSDê bi piştgirîya Koalîsyona Navnetewî di dawîya sala 2015an de bendava Tişrînê ji destê DAIŞê rizgar kiribû.

Li kêlek girîngîya aborî ya vê bendavê jibo dabînkirina ava vexwarinê, elketrîk, avdana zevîyan û çandinîyê, bendav tevî pira Qereqozaq weke navgîna gihandina her du beravên rojhilat û rojavayê çemê Feratê tê dîtin ku ev jî dihêle dever ji alîyê leşkerî ve xwedî girîngîyeke stratejîk be.

Raporta Deng/Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:46 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG