Seroktîya demkî ya rêvebirîya veguhestinê ya Sûrîyê vê hefteyê damezrandina komîteyeke qanûnî ragihand ku wê erkê wê bi amadekirina bernivîseke destûrî jibo qonaxa veguhêz li Sûrîyê be.
Gelek alî rexne li damezrandina komîteyê bi vî şêweyî dikin û dibêjin ku ew nûnertîya pêkhateyên Sûrî nake û pirrengîya netewî û olî ya Sûrîyê li ber çavan nagire.
Komîte ji heft pisporên qanûnî pêk tê ku pênc ji wan mêr in û du jî jin in. Ne Kurd û ne jî pêkhateyên din yên olî û netewî di komîteyê de cîh digirin.
Îsmaîl el Xelfan, ku yek ji endamên komîteyê ye, ji televîzyona Sûrîyê re got ku di nav çend rojan de ewê komîte pêşnîyarên xwe ji seroktîya Sûrî re hilde.
“Dem zû derbas dibe û em dixwazin bi rêya kombûn û dîyalogên xwe di wexteke kin de bigihêjin rêkeftinekê. Emê nêrînên xwe wekî pêşnîyar pêşkêşî seroktîya welêt bikin da ku ragihandina destûrî bi fermî were kirin.”
Xelfan dîyar kir ku ev belge wê wekî ragihandineke destûrî jibo qonaxa veguhêz li Sûrîyê were bikaranîn, lê ew cîhê destûreke fermî digire heta ku welat qonaxa demkî derbas bike.
Wî eşkere nekir ka wê pêşnîyarên wan yên serekî jibo Serokê Demkî yê Sûrîyê Ehmed el Şara çi bin, lê kanala el Cezîre ya Qeterî hinek agahî ser zarê çend jêderan weşand.
El Cezîre dîyar kir ku ragihandina destûrî ji 48 madeyan pêk tê. Li gor jêderên televîzyonê, yek ji madeyên serekî yên vê belgeyê ew e ku divê serokê Sûrîyê Misilman be. Jêderên el Cezîre herwiha eşkere kir ku piştî ragihanda destûrî derkeve, ewê serokê welêt di nav 60 rojî de endamên parlamentoyê dîyar bike.
Pisporên qanûnî dibêjin ragihandina destûrî jibo vê qonaxê wekî destûrekê ye, lewra girîngîya wê jibo siberoja welêt mezin e.
“Ev belge dê bibe bingeha şêweyê dewletê li Sûrîyê, vêca eger Kurd û pêkhateyên din cîhê xwe tê de nebînin, ewê dewlet wek berê be,” Besam Ehmed, rêvebirê rêxistina Sûrîyên jibo Rastî û Dadmendîyê (STJ), ji Dengê Amerîka re got.
Wî da zanîn ku hin xal hene divê bi awayekî xurt di belgeya destûrê de werin çespandin, da ku her kes xwe tê de bibîne.
“Eger tê de bêjin ku ev Komara Erebî ya Sûrî ye û Serokê Komarê divê Misilman be û zimanê Erebî zimanê bi tenê yê fermî ye, wê hingê dê tiştekî nû neyê kirin, jiber ku ev hemû tişt di destûra rejîma berê de hebû. Di wê haletê de, wê tenê rejîm were guhertin. Rejîma berê dîktatorî bi şêweyê sekuler birêve dibir. Êdî wê ya nû dîktatorîyê bi şêweyê Îslamî birêve bibe.”
Ehmed dîyar kir ku hîn derfet heye Sûrîyê bi awayekî rast vê prosesê pêk bîne, ne wekî çawa prosesa dîyaloga netewî hate kirin.
“Eger tiştekî rasteqîn di vê warê de neyê kirin, ewê siberoja Sûrîyê siberojeke zordar û tarî be.”
Îmad Hac, çalakvanekî Kurd e ku karûbarên qanûnî ji nêzîk ve dişopîne, ji Dengê Amerîka re dibêje, çend pirsgirêk derbarê vê komîteyê û karê wê hene.
“Yek jê ew e ku ev komîte yekreng e. Ya din jî ew e ku kesên di komîteyê de cîh digirin ji alîyekê kesekî ve hatine danîn û li gor nêrîna wî dixebitin.”
Hac got ku ev komîte tenê dikare pêşnîyaran bike û şêwazeke qanûnî bide tiştên ku xuya ye berê hatine amade kirin.
“Prosesa vê komîteya bi tevahî şaş e. Şêweyê danîna wê cîhê pirsê ye. Ev yek heyamên (Serokê berê yê Sûrîyê) Hafiz el Esad tîne bîra mirov. Niha jî Colanî (Ehmed el Şara) heman tiştî dike.”