Roja Pêncşemê xwepêşandanek li bajarê Suweyda yê başûrê Sûrîyê li dijî desthilata nû ya welêt derket, tê de banga piştîgirîyê bo rêberê olî yê Durzîyan Hikmet el Hicrî hate kirin.
Suweyda wekî navenda Durzîyan li Sûrîyê tê dîtin. Ji dema rûxandina rejîma berê ya Beşar Esad ve, ev parêzgeh û siberoja wê bûne mijarên serekî di rojeva siyasî ya Sûrîyê de. Hêzên ser bi hikûmeta demkî ya Şamê ve çend caran hewil dane ku derbasî Suweydayê bibin, lê komên çekdar yên xwecîhî her car rê li ber wan girtine.
Li Suweydayê tirs heye ku hikûmeta Sûrî, ya ku Heyet Tehrîr el Şam (HTŞ) tê de serdest e, derfetê nede Durzîyan ku beşdarî prosesa siyasî bibin û karûbarên devera xwe birêve bibin. Rêbertîya olî ya Durzî, di serî de jî el Hicrî, banga federalîzm û nenavendîya siyasî wekî çareserî jibo kêşeya Sûrîyê dike. Lê desthilatdarên Şamê vê daxwazê red dikin.
Tê texmînkirin ku dora 700 hezar Durzî li Sûrîyê hene ku piranîya wan li Suweydayê ne, lê hejmareke berçav li başûrê Şamê û hinek deverên din jî dijîn.
Di dema dawî de karbidestên payebilind yên Îsraîlê jî wekî Serokwezîr Benjamin Netanyahu û Wezîrê Derve Gideon Saar behsa Durzîyan dikin.
Îsraîl dibêje ew amade ye ku Durzîyan li Sûrîyê biparêze, ger ew rastî êrîşên ji alîyê hikûmeta Sûrî ve hatin.
Pispor dibêjin ku daxuyanîyên Îsraîlê giranîyê didin pirsa Durzîyan û daxwazên wan.
“Helbet armanc û berjewendîyên Îsraîlê li başûrê Sûrîyê ewlekarî ne û ew di vê çarçoveyê de nêzîkî mijara Durzîyan dibin,” Ramî Zeynedîn, çavdêrê siyasî yê ji Suweydayê, ji Dengê Amerîka re got.
Hefteya borî hinek kesên nenas ala Îsraîlê li meydaneke serekî li navenda Suweydayê bilind kir. Ew gav bû sedema tevlîhevîyê li hindur û derveyî bajêr.
Zeynedîn diyar kir ku rêjeya herî mezin ya rûniştvanên Durzî li Suweydayê piştevanîya el Hicrî û helwestên wî dikin.
“Ew dixwaze sûdê ji van tevgerên herêmî bike. Wekî mînak, ew rexneyê li Îsraîlê û daxuyanîyên derbarê Durzîyan nake. Îsraîl gelek caran gotiye ku ew naxwaze hêzên hikûmeta Sûrî li başûrê Sûrîyê cîh bigirin. Dibe ku el Hicrî hewil bide ku wê valahîyê dagire, lê xuya ye ew hez dike vê yekê bi haydarî bike. Xetek ligel hikûmeta Sûrî vekirî hiştiye û di heman demê de rê li ber egerên din negirtiye.”
Çavdêrê siyasî Zeynedîn got ku di vê qonaxa hestiyar ya Sûrîyê de, rêberekî olî yê wekî el Hicrî dixwaze, wekî nûnerê civaka Durzîyan, roleke siyasî ya mezin bilîze. Wî got ku daxwazên el Hicrî jibo siberoja siyasî ya Sûrîyê li nav Kurd û Elewî û Krîstîyanan jî piştevanîyê dibînin.
Lê, hinek pisporên din dibêjin ku tevlêbûna Îsraîlê di nav mijara Durzîyan de rewşê bo wan aloztir dike.
“Banga Netanyahu ya parastina Durzîyan ne tenê nikare Durzîyan biparêze, lê dihêle ku civaka Durzî were dabeş kirin. Niha êdî hinek Durzî hene ku peyama Netanyahu qebûl dikin û piştgirîyê didin wê û hinekên din jî hene ku li dijî wê ne û daxuynaîyên Îsrîalê wekî bikaranîneke siyasî dibînin,” rojnamevana Sûrî Hedîl Oweîs di gotarekê de jibo rojnameya The Times of Israel nivîsî.