Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîyê wek 'Bermîla Barûtê ya Ber Teqînê Ye'


Dema hêzên Sûrî di wesayîtekê de, dijî serhildaneke nû ya ji alîyê çekdarên Elewî şer dikin, Lazqîyê, Sûrîyê 7ê Adar, 2025.
Dema hêzên Sûrî di wesayîtekê de, dijî serhildaneke nû ya ji alîyê çekdarên Elewî şer dikin, Lazqîyê, Sûrîyê 7ê Adar, 2025.

Serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el-Şera şeva Înê bang li serhildêrên pêkhateya Elewî kir ku ew çekên xwe deynin û xwe radestê hêzên desthilata wî bikin, piştî pevçûnên kujer yên li heremên beravê yên rojavayê Sûrîyê.

"We êrîşî hemû gelê Sûrî kir û xeletiyeke ku nayê efûkirin encam da. Bersîv hat û we nikarîbû ku li ber xwe bidin."

Şera axaftina xwe ku li ser Telegrama seroktîya Sûrîyê weşand de got:

"Çekên xwe deynin û heta dereng nebe xwe radest bikin."

Çavdêrîya Sûrîyê ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dibêje ku ji roja Pencşemê ve, di du rojan de, li heremên beravê yên rojavayê Sûrîyê- Lazqîye û Tartusê-herî kêm 229 kes hatine kuştin, ku bi piranî endamên kêmîneya Elewî ne.

Serokê SOHR Ramî Ebdurehman ji AFP re got ku tenê roj Înê hêzên hikûmeta îslamî li navçeyên Banyas, Lazqîyê û Cebleyê 134 sivîl darve kirine ku 13 ji wan jin in.

Rêvebirê SOHR Ramî Ebdulrehman ji Dengê Amerîka re hejmarek vîdyo şandin ku tê de termên kuştîyan li ser erdê komkirî ne.

SOHR got ev kuştîyên Elewîyan in, lê Dengê Amerîka nekarî wan vîdyoyan piştrast bike.

Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê jibo Sûrî Geir Pedersen roja Înê ser pevçûn û kuştinan li beravên rojavayî yên welat hişyarî da.

Geir Pedersen "ragihandinên pir xemgîn yên di derbarê qurbanîyên sivîl," şermezar kirin û got ku ew "pir dilgiran e".

Deshilatên nû yên Sûrîyê dibêjin ku tundî jiber ku komên girêdayê serokê têkçûyî Beşar Esad roja Pêncşemê bi plankirî êrîşî hêzên wan kirin, destpê kiriye.

Lê çalakvanên Elewî yên ku nexwest navê xwe eşkere bikin, jiber kuştinên roja Înê çekdarên girêdayî desthilatdarên îslamî yên Şamê tawanbar kirin.

Berdevik û du karbidestên girêdayî hikûmetê Şera bersiv nedan daxwazên şîrovekirinê yên Reutersê.

Geir Pedersen di daxuyanîyekê de got, "Dema ku rewş herikbar e û em hîna jî rastiyan peyda dikin, eşkere ye ku hewcedarîya bilez ya ragirtina hemî alî yan heye."

Wî herwiha jibo "li gor qanûnên navneteweyî rêzgirtina tam ya parastina sivîlan," bang kir.

"Divê ku hemû alî ji kiryarên ku dikarin alozîyê gurtir û pevçûnan zêdetir bikin, êşa civakên bandor dibin girantir û Sûrîyê bêaram bikin, û veguheztineke siyasî ya pêbawer û berfireh bixe xeterîyê dûr bisekinin," Pederson got.

Hikûmeta serokê demkî yê Sûrîyê Ehmed el-Şera înê qedexeya derketina derve yên li Lazqîye û Tartusê heta sibeha Şemîyê dirêj kir û li bajarê Qerdehayê jî dest bi operasyonekê kir.

"Hêzên me bi hevsengîya hêzên asayîşa giştî dijî alîgirên rêjîma berê, ku xiyanet li hêz û hemwelatiyên me kirine, li bajarê Qerdehayê dest bi operasyonên armanckirî û biryarder dikin," ajansa nûçeyan a dewletê SANA ji zarê jêderekî wezareta berevanîyê got.

Bajarê Qerdeha yek ji navendên serekî yê kêmanîya Elewîyan e û serokê têkçûyî Beşar Esad ji wîr e.

Komeke rebêrên olî yên Elewî, Civata Îslamî ya Elewî, jiber tundîyê hikûmeta Şera tawanbar kir û got ku çekdar "bi behaneya (têkoşîna) bi 'bermahîyên rejîmê', jibo terorkirin û kuştina Sûrîyan hatine şandin".

Komê daxwaz kir ku herêma wan bikeve bin parastina Neteweyên Yekbûyî.

Herwiha Şera li serenserî Sûrîyê jî rûbirûyê kêşeyên ewlekarî yên berfireh e, bi taybet li başûrê rojava, ku Îsraîl got ku ewê rê ne ku Şam hêzên xwe bi cîh bike.

Li Şamê û jimareke bajarûn din gelek Sûrî jibo piştgirîya hikûmeta Şera derketin kolanan.

Tirkîye û Erebistana Saudî û her du hevbendên Şera, bi daxuyanîyan piştgirî dan hikûmeta Şera.

Tirkîye rewş wek "provakasyon " bi nav kir û got ku dive rê neyê dayînê kiryarên bi wî awayî ku ser aştîya Sûrîyê û heremê gefê çê dikin.

"Tirkîye wê li gel gelê Sûrî û rêvebirîya wan be,” berdevikê wezareta derve Oncu Keçelî li ser X‘ê got.

Wezareta derve ya Erebistana Saudî qewimandinên li wî welatî wek tawanên ji alîyê komên derqanûnî ve dijî Komara Erebî ya Sûrîyê şermezar kir û piştgirîya xwe ya jibo Şamê dîyar kir.

Urdunê jî piştgirî da Şamê; Cîgirê serokwezîr û wezîrê Derve û Koçberan Eymen Sefadî got ku "em hewlên xistina Sûrîyê ber bi anarşîyê" şermezar dikin.

"Em piştgirîya hikûmeta Sûrîyê dikin di hemû hewlên wê de jibo parastina hiqûq û aştiya sivîl û herwiha aramîya Sûrîyê û ewlekarîya welatîyên wê," Sefadî li ser X’ê got.

Rûsya, ku piştgirê serekî ya Esad bû, lê hewl dide ku bi hikûmeta nû ya Şera re peywendîyan ava bike, roja Înê got ku ew ji xirabûna rewşa ewlehîyê dilgiran e û bang li hemû serkirdeyên "rêzdar" yên welat kir ku rijandina xwînê rawestînin.

"Moskow amade ye ku jibo kêmkirina rageşîyê bi hevkarên biyanî re hewlan hevrêz bike," berdevika wezareta derve Maria Zakharova got.

Îranê jî roja Înê got ku ew" bi tundî dijî bêewlehî, tundî, kuştin û ziyan gihandina gelê Sûrî yê bêguneh e".

" Îran dibîne ku ew jibo belavbûna nearamîyê li heremê bingehê ava dike".

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê (AANES) ya bi peşengîya Kurdan roja Înê hikûmeta Sûrîyê wek berpirsê alozîyên kujer yên vê dawiyê li heremên beravên Sûrîyê, ragihand.

"Em … dema jiber bûyerên li herêma beravê dilgiranî û fîkarên xwe yên kûr tînin ziman, balê dikşînin ku sedema bingehîn ya vê alozîyê, nexwendina desthilatên Sûrîyê rastiya li ser erdê û nehesibandina wan ya hesasiyeta rewşa Sûrîyê ye, bi taybet pêkhate û civakên cihêreng. Ev alozî welatê me ber bi felaketê ve dikişîne û dibe sedema komkujîyên dijî gelên me yê Sûrîyê," AANES got.

AANES'ê bang li hemû alîyan kir ku jibo rêgirtina li ber zêdetir rijandina xwînê, bi aqilmendî tevbigerin, rageşîyê kêm bikin û têkevin dîyalogê.

"Me bi berdewamî dîyar kiriye kir ku pêwîstiya Sûrîyê bi dîyalogeke niştimanî ya rast heye jibo gotûbêjkirina rêyên peydakirina aramiyê û çareserkirina nakokî û pirsgirêkên berdewam di navbera alîyên Sûrî de.

Herwiha me dîyar kir ku dîyalog tekane rê ye jibo avakirina Sûrîyeke ku pêkan îna hêvî û daxwazên hemû gelên wê, bêyî ku li kîjan paşerojê bin, " AANES'ê got.

Piranîya bakur û rojhilatê Sûrîyê di destê HSD de ye, hevpeymanîyek e ku şervanên Kurd pêşengîyê dikin û hevrezê AANES e.

Bi alîyekî din ve, xwendekara Kurd Şînda Adil li Lazqîyê bi guleyeke çavkorî hat kuştin.

Şînda ji Qamişlo ye û di beşa Bijîşkî ya Zanîngeha Lazqîyê de dixwend.

Hêzên serhildêr bi pêşengîya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ya îslamî di 8’ê Berfanbarê de rejîma Esad têk birin û hatibûn ser desthilatê.

Rêberê HTŞ’ê Ehmed El-Şera di 29’ê Rêbendanê de xwe wek serokê demkî yê Sûrîyê bi nav kiribû.

Li gor pisporan tundîya kujer ya niha, jibo serokê demkî Şera têstek girîng e, dema ew jibo xurtkirina deshilata xwe û rakirina toleyên Amerîka û welatên Rojava hewl dide.

Şera hevdem di warê serwerîya leşkerî de jî rûbirûyê gelek kêşeyan e, bi taybet li başûrê rojavaya Sûrîyê ku Îsraîl dibêje wê rê nede Şamê ku hêzên xwe li wan hereman bi cîh bike.

Ji dema ku HTŞ desthilatîya xwe ragihandîye ve, Îsraîlê li Sûrîyê bi sedan êrîşên esmanî pêk anîne, ku dibêje ew armanc dike samanên leşkerî yên Sûrîyê "nekeve destên dijminan."

Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu meha borî got ku divê başûrê Sûrîyê bi temamî were bêçek kirin, û hişyarî da ku hikûmeta wî qebûl nake ku hêzên hikûmeta nû ya Sûrîyê nêzî axa Îsraîlê bin.

Wezîrê berevanîyê Îsraîl Katz ragihand ku Şera niha "mask derxistiye û rûyê xwe yê rast eşkere dike: terorîstekî cîhadî ji dibistana El-Qaîde, ku dijî xelkê sivîl Elewî hovîtîyan pêk tîne ".

"Îsraîl wê li hember her gefên Sûrîyê xwe biparêze. Em ê li herêmên ewlekarî û Çiyayê Hermonê bimînin û civakên Golan û Celîlê biparêzin, " wî got.

Tevî ku Şera piranîya heremên Sûnî yên Sûrîyê xistiye bin kontrola Şamê, hin heremên girîng li derveyî kontrola Şamê mane, ku di nav de bakur û rojhilat ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD ) kontrol dike jî heye.

Serokê Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn li zanîngeha Oklahoma Joshua Landis dibejê ku rewşa aloz wê pêbawerîya bi hikûmeta Şera re dijwartir bike.

"Kaos û zêdebûna kuştinan wê hem pêbawerîya dewletên biyanî û hem jî ya Sûrîyan bi hikûmet û kanîna wî (Şera) ya derxistina Sûrîyê ji vê qonaxa dijwar têk bibe," Landis got.

Pisporê Surîyê Aron Lund yê li saziya Century International jî rewşa li Sûrîyê wek "bermîla barûtê ya ber teqînê" bi nav dike.

"Herdu alî jî mîna ku ew di bin êrîşê de ne, hest dikin, her du alî jî bi destên hevdu rastî binpêkirinên hovane hatine, û her du alî jî çekdar in," wî ji AFP re got.

Hin agahîyên wê raportê ji AFP,Reuetrs, SOHR û SANA hatine wergirtin

XS
SM
MD
LG