Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hevserokê PYD'ê Hiso Dibêje Bandora Banga Ocalan li Sûrîyê û Rojava Erênî Ye


Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de bang li partîya xwe kiribû ku çekan deyne û xwe jihev bike.

Ev banga Ocalan bi baldarî di nava Kurdên Sûrîyê de tê şopandin, ku pêvajoya çareserîyê di navbera PKKê û Tirkîyê de wê bandoreke çawa li ser Rojava bike.

Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokrtaîk (PYD) Xerîb Hiso di hevpeyvîneke taybet bi Dengê Amerîka re pêşwazî li vê bangê kir û got ku "Pêşketina pêvajoya çareserîyê tiştekî erênî ye, dê bandorê ne tenê li Tikrîyê, lê li Sûrîyê, Îraq û rojhilata navîn jî bike".

Hiso herwiha bawer dike ku ev pêvajo dibe nimûneya çareserîyê û rûpeleke nû vedike, wî bibîr xist ku sînorekî dirêj di navbera wan û Tikrîyê de heye loma nakokî ji holê rabin baştir e.

"Dema nîyeta çareserîyê ji alîyê Tirkîyê ve hebe, jixwe nîyeta me dîyar e, ne tengavkirin û ne êrîşkirin e, nîyeta me aramî û jîyana hevbeş e ku şer bê rawestandin û çareserî were ava kirin. Berjewendîya her du alîyan di şer û nakokîyan de tuneye, loma ev pêvajoya aştîyê bandoreke erênî çêdike", Hiso helwesta xwe wiha şîrove kir.

Hiso derbarê bandora banga Ocalan û pêvajoyê li ser peywendîyên di navbera Kurdan û desthilata Şamê de jî got ku hebûna Tirkîyê li hindurê Sûrîyê heye, loma pêşveçûna çareserîyê li Tirkîyê wê bandorê li Sûrîyê jî bike.

Hiso xwest ku Tirkîyê destwerdanê neke û nebe astengî li hember lihevkirina derbarê siberoja Sûrîyê de û wiha domand.

"Dema ku pêvajoya çareserîyê li Tikrîyê pêş dikeve, pêdivî heye gaveke wisa li Sûrîyê jî çêbibe, dîyalog û çareserî di navbera pêkhateyên de pêş bikeve, dûrî bandora Tirkîyê. Eger bandora wê hebe bila erênî be muxatebî hemî gel û pêkhateyên be ku bi vê şêwazê pirsgirêkan çareser bike".

Cîhê bîrxistinê ye ku karbidestên Tikrîyê hêzên Kurdî li Sûrîyê wek komek giredayî PKKê dibînin û daxwaza bê çekkirina wan jî dikin.

Hevdem, êrîşên artêşa Tirk û çekdarên Sûrî yên pêve girêdayî, li herêma derdora Kobanê û Bendava Tişrînê berdewam dikin.

NR_03_06_2025_Banga_Ocalan_PYD
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:02 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG