Şandeke payebilind ya Rûsyayê roja Sêşemê serdana Şamê paytexta Sûrîyê kir û ligel desthilatdarên nû yên Sûrîyê kom bû. Ev cara yekê ye ji dema ketina rejîma Beşar el Esed ve ku şandeke fermî ya Rûsyayê serdana Sûrîyê dike.
Şanda Rûsî bi serkêşîya Mikhail Bogdanov, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya û Nûnerê Taybet yê Serok Vladimir Putin bo Rojhilata Navîn, bû. Li Şamê ew ligel Ehmed el Şeri’, rêberê defakto yê Sûrîyê kom bû.
Rûsya yek ji nêzîktirîn alîgirên rejîma Esed bû. Di salên şerê navxweyî yên Sûrîyê de Moskow bi alîkarîya esmanî piştgirî dida artêşa Sûrîyê li dijî serhildayên opozisyonê. Wekî din, Rûsya hevalbendeke serekî ya rejîma Esed di qadên siyasî û aborî de bû.
Dema ku serhildayên opozisyonê bi serkêşîya Heyet Tahrîr el Şam, koma el Şeri’, 8’ê Berfanbara borî nêzîkî Şamê bûn, Esed û malbata xwe ligel hinek karbidestên din yên rejîma ji welêt derketin. Ew li Rûsyayê wekî penaber hatin qebûlkirin.
Li gor daxuyanîyeke hikûmeta Sûrî, civîna di navbera herdu alîyan de bal kişand ser çend xalên girêdayî rêzgirtina serwerî û serxwebûna Sûrîyê. Daxuyanîyê herwiha got ku divê Rûsya rolekê jibo avakirina bawerîyê ligel gelê Sûrîyê bi kiryarên dîtbar bilîze, wekî tawîzkirin û nûavakirinê.
Tevî ku Rûsya dixwaze rûpeleke nû bi hikûmeta demkî ya Sûrîyê re veke, pispor dibêjin dibe ku vegerandina peywendîya ligel Sûrîyê ne karekî hêsan be.
Hejarê Şamil, şîrovekarê siyasî li Moskowê, dibêje ku armanca serekî ya Rûsyayê ew e ku hebûna herdu bingehên xwe yên leşkerî li Sûrîyê biparêze.
“Rêvebirîya Rûsya ji vê mijarê gelekî bi fikar e. Di daxuyanîyên berpirs û şîrovekarên siyasî yên Rûs diyar dibe ku Rûsya zêde ne di wê bawerîyê de ku karibe van bingehan hetahayî biparêze,” Şamil ji Dengê Amerîka re got.
Di sala 2017’an de bingeha Himeymîm ya Rûsya li Sûrîyê ji alîyê kompanîyeke Rûs ve hatibû kirêkirin, lê birêz Şamil dibêje şert û mercên nû li Sûrîyê hebûna van bingehan xistiye bin metirsîyê.
“Cîhadîstên ku li Sûrîyê hatine ser desthilatê di meha 12’an de gotin ku niyeta wan tuneye ku leşkerên Rûsî ji Sûrîyê derxîin eger girtina bingehên leşkerî Rûs têkilîyên herdu welatan xirab bikin. Lê belê, em dizanin ku keştîyên Rûsyayê niha li bêndera Tertûsê ji alîyê hikûmeta Sûrîyê ve tên sînordarkirin. Ev tişt nîşana wê yekê ye ku hebûna Rûsyayê li wî welatî nayê xwestin.”
Şîrovekar Şamil herwiha diyar kir ku “li Şamê hîn jibîr nekirine ku piştevana sereke ya rejîma Esed, Rûsya bû. Loma, nêzîkatîya Şamê ya li hember Rûsyayê ne zêde dostane ye.”
Medyaya Rûsyayê herwiha behsa wê yekê dike ku Tirkîyê jî dijî hebûna bingehên leşkerî ya Rûsyayê li Deryaya Sipî ye. Birêz Şamil got ku hin çavkanîyên Rûsî ev nûçe piştrast kirine.
“Alavên ragihandinê yên nêzîk hikûmeta Rûsyayê ser bi berfirehî ser vê yekê diaxivin û dibêjin ku rêvebirîya Tirkîyê ser vê babetê zextê li rêvebirîya Şamê dike,” şîrovekar Şamil got.
Ji alîyekî din ve, ajansa Reuters di nûçeyekê de roja Sêşemê ragihand ku hikûmeta Sûrî daxwaz ji Rûsyayê kiriye ku Esed radestî Şamê bike. Ev mijar roja Çarşemê ji Kremlinê hate pirsîn, lê wê ti şîrove ser vê yekê neda.
Kremlin ragihand ku pêwîst e diyalogek ligel hikûmeta nû ya Sûrîyê were avakirin, bêyî ku hûrgilîyên zêdetir bide. Lê di daxuyanîya hikûmeta Sûrîyê de, hate gotin ku behsa mijara dadmendîya veguhêz jibo standina mafên qurbanîyên Sûrî di dema rejîma berî de hate kirin.