Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Ewê Rê Bide Durzîyên Sûrî Ku Li Colanê Kar Bikin


Wezareta Berevanîyê ya Îsraîlê îro Yekşemê got ku ew ê rê bidin karkerên Durzî yên Sûrî ku bikevin Girên Colanê yên dagirkirî.

Di daxuyaniya wezaretê de ji bo dayîna destûran Demek nehatiye diyarkirin.

Li Girên Colanê 24,000 Durzî dijîn, pêkhateyeke ereb e ku li Îsraîl, Lubnan, Urdun û Sûriyayê jî dijîn.

Îsraîl di şerê sala 1967an de piraniya deşta stratejîk ji Sûriyê girt û di sala 1981ê de ew bi xwe ve girêda.

Amerîka wê wek xaka Îsraîlê dihesibîne, lê piraniya welatan wê wekî dagirkirî binav dikin.

Gelek Durziyên Sûrî dilsozê serokê rûxiyayî Beşar el-Esed bûn, û hejmareke mezin ji malbatan xizmên wan li Girên Colanê dijîn.

Hikûmeta Îsraîlî got ku serkirdayetiya nû ya Sûriyê metirsîye li ser Îsraîlê û soz da ku alîkariya parastina kêmneteweyên li Sûriyê bike, di nav de Durzî.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG