Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna Çarqolî li Urdunê Û Armanca Tirkiyê ya Qutkirna Alîkariya Amerîka ji HSD'ê


Şahê Urdunê Şah Abdullah û Serokkomarê Tirkiyê R, T, Erdogan
Şahê Urdunê Şah Abdullah û Serokkomarê Tirkiyê R, T, Erdogan

Roja Şemiya çavkaniyan ragihand ku sibê Yekşemê hin welatên herêmê yên weke Tirkiye, Urdun, Sûriye û Iraq dê li Ammanê li ser hevkariya ewlehiyê gotûbêjê bikin.

Çavkaniyekî dîplomatîk ya Tirkiyê ragihand ku, şandên di asta bilind de yên Tirkiye, Urdun, Sûriye û Iraqê dê roja Yekşemê li Ammanê bicivin û li ser hevkariya ewlehiyê û pêşhatên herêmî gotûbêj bikin.

Meha borî, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan gotibû, her çar welat bi hevbeşî li herêmê şerê DAIŞê dikin û armanca wan ew e ku yekemîn civîna xwe li Urdunê pêk bînin.

Çavkaniya han ku nexwest navê xwe eşkere bike got, wezîrên derve, wezîrên berevaniyê, serkirdeyên leşkerî û serokên dezgehên îstixbaratê yên her çar welatan dê beşdarî civînê bibin.

Wî got ku karbidest dê li ser hevkarîya di warên ewlehî, rûbirûbûna terorê û tawanên organîze û pêşhatên li herêmê gotûbêj bikin.

Ji dema rûxandina rejîma Beşar Esed li Sûriyê di Kanûna Yekê de, welatên rojava û yên li herêmê hişyarî dan li ser vejîna gengaz a DAIŞ'ê.

Bi hezaran çekdarên DAIŞ'ê di kampan de li bakurê rojhilatê Sûriyê girtî ne ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk HSDê ve bi piştevaniya Amerîka girtîne û tên parastin.

Meha borî mediya Erebî ragihand bû ku Tirkye dixwaze pêşengiya civîneke ewlehiyê çêke, bi beşdariya Tirkiyê, Îraq, Sûriye û Urdunê, aramnc jî ji civîneke hevbeş ewe ku tirkiye armanc dike ku bi hevkariya her çar welatan nîşan bide ku ew dikarin metirsiya Amerîka ya li hember DAIŞê ji holê rakirin û bi Amerîka bidin qebûl kirin ku alîkariya xwe ji HSDê qut bike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG